Leşkerên Tirk li 2 ciwanan xist ku xwestin derbasî Tirkiyê bibin

Ciwanekî ji Helebê û yek ji Idlibê dema ku hewl dan derbasî Tirkiyê bibin, rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin.

Her du ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê cendermeyan ve lêdan xwarin.

Ev her du ciwan ji destpêka aloziya Sûriyê ve, ji hêzên hikumeta Şamê veqetiyan û koçberî bajarê Hesekê bûn.

Ciwanê bi navê Nadir Rezûq ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku wî hewl da ku derbasî Tirkiyê bibe da ku biçe gel malbata xwe li Ewropayê, lê leşkerênTirk ew girtin û lê dan.

Rezûq destnîşan kir ku leşkerên Tirk bi hemû amûran lê dan, lingê wî yê rastê û destê çepê şikestin, belgeyên pê re qetandin û 200 dolar jê dizîn.

Ciwanê bi navê Ebdullah El-Îsa xwest derbasî Tirkiyê bibe, lê ji aliyê leşkerên Tirk ve rastî lêdanê hat.

Her wiha Ebdullah diyar kir ku leşkkekran bi aweyek hov û nemirovî li wî dan.

Back to top button