Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa 4’an a Yekitiiya Êzidiyan a Efrînê de civîneke berfireh li Helebê hate lidarxistin.
Komcivîn bi tevlêbûna bi dehan ji şêniyên taxên şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Suriyan, Bistanbaşa û ji Şehba li hola civînan a taxa Şêxmeqsûd hate li dar xist.
Di komcivînê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser fermanên ku Êzidî tê re derbasbûn û hat gotin, ji destpêka ku neteweya demokratîk li rojava hatiye avakirin, hemû olan xwe bi azad rêxistin kirin û dengê xwe gihandin cîhanê.
Piştre rapora xebatên 2 salan ya mala Êzdiyan hat xwendin û li ser nirxandin û nîqaş hatin kirin.
Di dawiyê de ji bo hilbijartina hevserokatiya Mala Êzidiyan û endamên komîteyên wê hilbijaritn pêk hat.
Di encamê hilbijartinê de 2 kes wekî hevserokên Mala Êzidiyan a Helebê hatin hilbijartin. Her wiha 9 endamên nû tev li komîteyên wê bûn.