Encamnameya 4’emîn Kongreya MXDŞ’ê hat eşkerekirin.

Encamnameya 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat eşkerekirin.
Di encamnameyê de bang li Iraqê hat kirin ku Xweseriya Şengalê nas bike. Her wiha bang li Êzidiyan hat kirin ku vegerin ser axa pîroz.
Hevserokê nû yê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî got ku ew ê bêyî ferq û cûdahiyê xizmetê ji tevahî civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê re bikin.

Encamnameya 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku 23-24’ê tîrmehê pêk hatibû, hat eşkerekirin.

Encamname bi sernavê “Em Meclîsa Gel Birêxistin Bikin, Xweseriya Şengalê Mîsoger Bikin” hat eşkere kirin.

Di encamnameyê de hat diyar kirin kongre bi beşdariya 250 delege û 50 mêvanî pêk hat û bi serkeftî bi encam bû.

Di encamnameyê de bang li Iraqê hat kirin ku xweseriya Şengalê nas bike

Di encamnameyê de hin xalên sereke ku hatin destnîşan kirin wiha ne;

  • Hewldana dewleta Iraqê ku dixwaze Asayîşa Êzîdxane belav bike bi tu şêwazî nayê qebûlkirin.
  • Ji bo statuya Şengalê di çarçoveya destûrê de pêk bê em ê jî amadekariyên pêwîst bikin û divê Iraq ji Xweseriya Şengalê netirse û wekî çareseriyeke bingehîn rê li ber veke.
  • Divê raya giştî û hemû hêzên navneteweyî îradeya Şengalê nas bikin, dest ji ferzkirina peymanên ku civaka Êzidî temsîl nake berdin.

Her wiha di encamnameyhê de bang li Êzidiyan hat kirin ku vegerin ser axa pîroz û hat diyar kirin wê li hemberî polîtîkayên dûrxistina Êzidiyan ji Şengalê bi awayeke xurt têkoşîn were meşandin.

Hat xwestin ku Fermana ser Êzidiyan li hemû cîhanê wekî jenosîde were qebûlkirin, ji bo vê jî di qada navneteweyî de kampanyayek berfireh û pêngaveke dîplomatîk were destpêkirin.

Haşim Hecî: Em ê bê cûdatî xizmetê ji tevahî civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê re bikin

Hevserokê nû yê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Haşim Hecî derbarê lidarxistina kongreyê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Hecî diyar kir kongre serkeftî derbas bû û bi beşdarbûna pêkhateyên bawerî û siyasî yên Şengalê kongre hatiye lidarxistin.

Haşim Hecî got ku ew ê bêyî ferq û cûdahiyê bixin navberê, xizmetê ji tevahî civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê re bikin.

Back to top button