Li Çînê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 58’an

Barana zêde ya ku li gelek welatan ziyanên canî bi xwe re anîn, ziyanên madî jî li pey xwe hişt.
Li Çînê xebatên veguhestina welatiyên ji eyaleta Henan ber bi cihên ewleve didome.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane jî gihişt 58’an.
Li Belçîka careke din alarma lêhiyê lêda.
Li Yemenê jî ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Gelek herêmên Hindistan, Rûsya û Filipîn dibin avê de mane.

Li eyaleta Hanan a Çînê ku xwedî 100 milyon welatiyane, bajar di nava zehmetiyên jiyanî de maye.

Lêhiya ku eyalet dayî ber xwe, li pey xwe 58 cenaze, rê û bajarên li bin avê de mayî hişt.

9 milyon kes ji lehiyê bandor bûn 3800 avahî hilweşiyan

Li eyaletê 9 milyon kes ji lehiyê bandor bûn û milyonek jî ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

3 hezar û 800 avahî jî ji ber lehiyê hilweşiyan.

Çalên ji ber lehiyê çêbûyîn ji aliyê timên rewşa lezgîn û leşkeran ve bi kîsan tên dagirtin.

Ji bo mexduran jî pêwistiyên jiyanî tên belavkirin.

Barana zêde ya 17’ê Tîrmehê despêkirî û heta 20 mehê dewam kirî li welat bûbû sedema felaketê.

Li Soçî ya Rûsya rê di bin avê de man

Li Rûsya jî lehiya heyî rê û hewşên avahiyan di bin avê de hişt.

Li Soçî ya Rûsya ji ber barana du rojên dawî lehî rabû.

Barana bû sedema lehiyê bi xwere jiyan zehmetkir.

Li herêma Taliye ya Hindistanê xebatên lêgerîna kesên winda didome

Ev der jî dimenên piştî rawestîna barana Mûsonê ya li Hindistanê ye.

Tîmên rizgarkirina sivîlan û welatiyên herêmê ji bo lêgerîna li kesên winda xebatê dikin.

Di nava hefteyên dawiyê de, ji ber barana mûsonê ya li Hindistanê zêde yî 126 kes miribûn.

Li Yemenê ji ber lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Yemenê jî ji ber barana zêde ku bû sedema lêhiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha gelek avahiyan jî ziyan dît.

Li Belçîka ji ber barana zêde careke din lehî rabû

Li aliyekî din li Belçîkyê 10 roj berê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabûbû û 37 kesan jiyana xwe dest dabûn.

Dîsa li bajarên Namûr û Dinant ên dikevin başûr û rojhilatê baranê zêde bariya rê li ber lehiyê vekir.

Ji ber bobelata lehiyê rê hatin girtin û gelek mal hatin valakirin.

Gelek mal û dikan di bin avê de man.

Nehat zanîn ku ka kes jiyana xwe ji dest daye an na.

Back to top button