Fermandar Akad: Hêzên me bi rêbazên nû bersiva çeteyan didin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad diyar kir ku komên çeteyan hewl dan ji aliyê rojavayê bajêr ve derbasî Til Temirê bibin. Lê hêzên wan bi lehengî vê hewldanê têk birin û darbên giran li wan dan.

Xabûr Akad diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Til Temirê pêşîn sivîlan ji êrişan diparêzin û cihekî ewle ji wan re peyda dikin, piştre bersiva êrişan didan.

Ji destpêka meha çûyî ve û heta destpêka vê mehê, tevgera balafirên bêmirov ên dewleta Tirk û êrişên balafiran zêde bûn.

Akad têkildarî wan êrişan ev agahî parve kirin:

“Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 8 caran herêm bombebaran kir. Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Di nav hêzên me de birîndarî tune bû. Îro êdî hêzên me dikarin bi rê û rêbazên nû û pêşketî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, xwe biparêzin.

Her wiha şervanên me li ser rêbazên xweparastinê ji balafirên bêmirov û danîna kemînan li pêşiya êrişkaran, bi awayekî baş perwerde bûne.”

Back to top button