Dagirkeriya Tirk gundewarên navçeya Til Temirê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Til Temir û Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tawîle, Til Tawîl, Til Cuma, Derdara, Ebûş, Mislte, Şêx, Til Şenan, Um El Xêr, Qerebêt û Siker El-Iheymr ên navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Di encama topbarana li ser gundê Siker El-Iheymr de welatiyê bi navê Mihemed Şiblî ê 65 salî birîndar bû.

D​​​​ewleta Tirk gundên navçeya Zirganê topbaran kir

Li aliyek din dagirkeriya Tirk gundê Rebîat, Bûbî, û Şûr ên navçeya Zirganê jî bi çekên giran topbaran kirin.

Di topbarana dewleta Tirk de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de jî gundê Ereb Xan ê başûrê navçeya Zirganê ê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de endamekî hêzên hikumeta Şamê yê bi navê Xedîr Ednan birîndar bû û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Hesekê.

Vê berbangê artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Um Heremlê û Til Werd ê Zirganê bi çekên giran topbaran kiribû.

Back to top button