Bi sedan şêniyên Qamişlo salvegera yekemîn a şehadeta kesayetê welatparêz Yûsif Gulo, neviyên wî û şehîd Enter li Qamişlo bi bîr anîn.
Bi sedan şêniyên Qamişlo li pêş peykerê Yûsif Gulo ya li rojavayê Qamişlo kom bûn.
Li wir birayê Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û got: Tişta me diêşîne Yûsif bi rêya îxanet û ajantiyê şehîd bû. Ji lewre divê her welatiyek li gorî erk û berpirsiyartiyên ku pêvajo ferz dike tev bigere û divê em têkoşînê li dijî van ajanan bi şev û roj bikin.”
Piştre beşdaran berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Sarûxan û merasîma bîranînê li dar xistin.
Li wir endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihemed Emîn axivî û got:
Bila dijmin û xayîn baş bizanin ku hedefgirtina wan û êrişên wan bi îsrara me nikarin.”
Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed jî axivî û got: Em soz didin şehîdan ku li ser rêça wan bin.”
Li ser nave malbata Gulo Necah Gulo jî got: “Em ê bi rêça ku apê Yûsif û hemû şehîdên azadiyê dane re wefedar bin.”