Serokomarê Gabon Bongo yê ji erkhatî girtin serbet hate berdan

Li Gabonê êdî cûnta leşkerî serweriya xwe misoger dike.
Lîderên cûntayê, Serokomarê Gabon Bongo yê ji erk gitîn û di hepsa malê de hiştîn, serbest berda.
Ev agahî bi raya giştî ya welat re bi awayekî fermî hate parvekirin.
Hate gotin, eger Bongo bixwaze dikare derkeve derveyî welat.

Li Gabonê bi darbeyeke bêxwîn 30’ê Tebaxê dawî li deshilata 14 salî ya Serokomar Elî Bongo hat.

Ev yek piştî îdiayên di hilbijartinê de sextekarî pêk hatiye çêbû.

Albay Ulrich Manfumbi Manfumbi di televizyona dewletê de daxuyaniya bi îmzeya General Nguema xwend.

Nguema 4’ê Îlonê piştî sondxwarinê bûbû serokomarê welat.

Di daxuyaniya hate parvekirin de wiha hat gotin:

“Ji ber rewşa wî ya tenduristiyê Serokê berê Eli Bongo Ondimba azadiya tevgerê heye.

Ger bixwaze dikare ji bo dermankirina tenduristiya xwe dikare biçe derveyî welat.”

Bongo yê Cotmeha 2018’an felç bûyî, ji hêla laşî ve seqet bû.

Civaka Aborî ya Dewletên Afrîkaya Navîn (ECOWAS) ji bo serbestberdana Bongo bi hikûmeta leşkerî re hevdîtin pêk anîbû.

Hat diyarkirin ku Bongo dibe ku here Fasê ya 2018’an careke din bo tenduristiya xwe demek dirêj lê mabû.

Ji aliyê din ve li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Afrîqaya Navîn Abdou Abarry jî li mala Bongo serdana wî kiriye.

Piştî darbeyê ev hevdîtina yekem a li gel Bongo bû.

Li Gabonê Serokomar Elî Bongo Ondimba cara sêyemîn di hilbijartinên serokomariyê yên 26’ê Tebaxê de bi ser ket.

Di saetên dawîn ên dengdayînê de bi hinceta “tundiyê” qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Komek leşkerên ku di 30’ê Tebaxê de ketin avahiya televîzyona neteweyî, ragihandin ku wan dest daniye ser rêveberiyê.

Bav Omer Bongo cara yekem di sala 1967’an de wek serokomar hat hilbijartin.

Piştî mirina wî ya 2009’an, kurê wî Elî Bongo hat li ser deshilatê.

Malbata Bongo 56 salan li Gabonê hukum kir.

Li Gabonê serdema malbata bongo ya 56 salî bidawî bû

Back to top button