LI DÎLOKÊ 8 KES HATIN GIRTIN

Binçavkirin û girtina sivîlan ji aliyê Hikumeta faşîst a AKP’ê ve hîn didome.

Li Dîlokê 8 kes bi hinceta li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin.

Polîsan li Dîlokê bi îdîaya di salvegera damezirandina PKK’ê de hewldanên fitne û sorkirinê pêş xistine 9 kes binçav kirin.

Ji 9 kesên ku sewqî edliyê hatin kirin jê 8 kes bi bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin.

Heyetê Fatih Kara-oglan serbest berda û Erdal Ceyran ji di nav de 7 kesên navê wan nehat zanîn hatin girtin û şandin girtîgeha tîpa H a Dîlokê.

Hêjayî gotinê ye ku zext û binpêkirinên hikumeta faşîst a AKP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re di van demên dawî de zêde bûne.

Leave a Reply

Back to top button