Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê êrîşî malbata Pêşmerg kir

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê Ehrar El Şerqiye careke din hewl dan ku endamekî malbata şehîdên komkujiya Cindirêsê bikujin.
Çeteyan bi kêrê êriş kir û di encamê de kesê birîndar rakirin nexweşxaneya El Selam a Efrîna dagirkirî. Li gor agahiyan rewşa ciwanê kurd kirîtîk e.

Çeteyên Ehrar El Şerqiye şeva Newrozê li dijî malbata Pêşmerg komkujî pêk anîbû ku di encamê de 4 welatî hatin kuştin û 2 din jî birîndar bûbûn.

Doh çeteyên Ehrar El Şerqiye bi niyeta kuştinê bi kêrê li neviyê yekane yê malbata Pêşmerg ê bi navê Nezmî Eşref Osman (19) xistine.

Piştî bûyerê Nezmî rakiriye nexweşxaneya El Selam.

Li gorî bijîşkan rewşa Nezmî ne baş e û niha di beşa çavdêriyê de ye.

Beriya vê jî di 23`yê Tîrmehê, çeteyên Ehrar El Şerqiye dîsa li Nezmî Osman bi kerpîçan lê xistibûn.

Di encamê de ji gelek deverên benda xwe de birîndar bûbû.

Li gorî bijîşkên nexweşxaneya Eqrebat a Idlibê, şûnên tekerên erebeyekê li ser aliyê wê yê rast û cihên derbeyên bihêz li ser cihê guriçkê hebûn.

Çeteyan hewl da ciwanê ji Komkujiya Cindirêsê filitiye jî bikujin

Back to top button