Nûredîn Şakir: Bi ramanê Rêber Apo wê şoreş bigihêje armanca xwe

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Cizîrê Nûredîn Şakir li dijî tecrîda li ser Rêber Apo got:
“Dewletên komaploger ji ramanê Rêber Ocalan ditirsin, lewra komployek navneteweyî li ser wî pêk anî.”

Nûredîn Şakir birayê şehîdekî HPG’yê ye, 3 caran hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiriye.

Şakir diyar kir ku ramanên Rêber Apo hêvî ne û ji bo tevahî gelên bindest rêya xelasiyê ne.

Her wekî Nûredîn Şakir bal kişand li ser komploya navneteweyî û got:

“Ji ber planên qirêj ên dewletên komploger Rêbertî ji Sûriyê derket.

Lê Rêbertî bi fikr û felsefeya xwe pêşî planên komplogeran girt.

Şoreşa xwe dispêre fikr û îdeolojiya Rêber Ocalan dê bigihêje armanca xwe.

Dewletên komaploger ji ramanê Rêber Ocalan ditirsin, lewra komployek navneteweyî li ser wî pêk anî.”

Nûredîn Şakir: Em ê heya dawî li pey ramanê Rêberê xwe bin

Nûredîn Şakir herî dawî eşkere kir ku bi girtina Rêber Apo dixwazin gelê Kurd qir bikin.

Lê şoreşa bi hezaran şehîdan, ne pêkan e were sekinandin.

“Ramanê Rêber Apo mîsogeriya aramiya heremê ye”

Back to top button