Koçberên jin ên ji Efrînê siyasetên ENKS′ê û PDK′ê li Efrîna dagirkirî bi ′xapandinê′ wesif kir.
Koçbera bi navê Esmehan Bîlal hişyarî li ser bawerkirina propagandaya ENKS′ê kir û got:
”Sûc li Efrînê dewam dikin revandin, dizîn, talankirin û desteserkirina mal û milkan.
Wê demê ewlehiya ku ENKS′ê îdia dike li ku ye.”
Esmehan eşkere kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku herêmê vala bikin.
Koçbera bi navê Emîne Mehmûd Xelîl li ser heman mijarê dibêje:
Tu kes cesaret nake serê xwe di bajarê xwe de rake û jiyana xwe ya rojane bi azad pêk bîne.
Ji ber bawerkirina welatiyan ji şanoya ENKS′ê û PDK′ê re li pêşberî wan encamên nebaş hene.
Divê em nekevin xekfa planan.”
Emîne herî dawî tekez kir ku vegera li Efrînê nêz e. Em ê bi serbilindî vegerin.”