KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan cihê şermê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi rengekî ku mirov jê şerm bike li Hewlêrê hate pêşwazîkirin û bang li hikûmeta Iraq û başûrê kurdistanê kir ku nebin hevkarê dagirkeriya tirkiyê.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê di derbarê serdan û pêşwazîkirina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Hewlêrê, daxuyaniyek da.

KNK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li Iraq û Başûrê Kurdistanê, ji bo rewakirin û dewamkirina êrîşên dagirkeriyê ye.

KNK’ê bi bîr xist, ku Iraq ji aliyê destûra bingehînî ve maf û hebûna Kurdan nas dike û diyar kir ku divê Iraq nekeve xefia Tirkiyê.

KNK’ê destnîşan kir ku niyeta dewleta Tirk têkbirina berjewendiyên gelê Kurd hemû ye.

“PDK’e malavahiyê ji dijminê Kurda re dike”

KNK’ê şêweyê pêşwazîkirina Hakan Fîdan a li Hewlêrê weke nêzîkatiyeke cihê şermê pênase kir û got:

“Gelek şervan û pêşengên Kurd bi biryara Hakan Fîdan û saziya ku serkêşiyê jê re dike, hatin qetilkirin.

Pêşwazîkirina kujerên kurdan vi vî rengî cihê şermê ye û nayê qebûl kirin.”

KNK’ê bi bîr xist ku Hakan Fîdan spasiya serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman:

“Eger dijminê we mal avahiya we bike, divê hûn deh caran li ser bifikirin.

Balkêşe ku dema Hakan fîdan mal avahiya kurdan dikir, dagirkeriya tirk jî êrişê Pêncwîn, Sîdekan û Bradostê kir û di van êrişan de 4 welatiyên başûr şehîd ketin.

KNK: Divê PDK û hikûmeta Iraqê hevkariya Tirkiyê nekin

KNK’ê bang li hikumeta Başûrê Kurdistan û Iraqê kir ku hevkariyê bi dewleta Tirk re neke.

Her wiha bang li raya giştî ya Kurdî jî kir li ber xiyaneta PDK’ê rabin, cihê xwe li gel têkoşîna azadiyê ya Kurd bigirin.

Back to top button