Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê Idlibê topbaran kir

Li Idlibê şerê li ser erdê tevî agirbesta Putin-Erdogan, dewam dike. Hêzên hikûmeta Şamê gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha hêzên Rûsya û dewleta Tirk cara 11’emîn dewriyek hebeş li ser riya M4 pêk anîn. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker 25 maşîneyên din derbasî Idlibê kirin.

Agirbest Putin-Erdogan a ku li Idlibê di meriyetê de ye, tenê bi nav maye.

Agirbesta ku di roja xwe ya 70 de ye, ji roja ku hatiye raghandin, ne hêzên hikûmeta Şamê û ne jî dewleta Tirk û çeteyên wê, li gorî wê tevdigerin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê, gundên Filêfil û Sifohin ên li gundewarê başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Her wiha balafirên bê mirov jî li asîmanê Sehil El-Xab yê li gundewarê bakur-rojavayê Hemayê geriyan.

Dewriya Rûsî-Tirkî cara 11’emîn li ser riya m4 pêk hat

Her wiha di çarçoveya agirbesta Putin-Erdogan a 5’ê Adarê de, Rûsya û dewleta Tirk dewriyeke hevbeş li ser riya M4 pêk anîn.

Hêzên Rûsya û Dewleta Tirk dewriye li ser otostrada Heleb-Lazqiyê pêk anîn.

Dewriye ji gundê Tirnebe yê li rojhilatê Idlibê dest pê kir û heta derdora Erîha dewam kir.

Di dema gera dewriyê de, hin kesên ku li dijî hevpeymana Putin û Erdoganin, kevir avêtin dewriyeyê.

Ev dewriye ya 11’emîn ku Rûsya û dewleta Tirk bi hev re li ser riya M4 pêk tînin.

Dewleta Tirk karwanekî din ê maşîneyan derbasî Idlibê kir

Li aliyekî din jî dewleta Tirk şandina hêzên û sewqiyeta ber bi Idlibê ve didomîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, raghand ku karwanekî din ê dewleta Tirk di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûye.

Karwanê ku ji derdora 25 maşîneyên ku bi alavên lojistîk û leşkerî dagirtî pêk tê ber bi noqteyên çavdêriyê ve hatiye şandin.

Ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan ve û heta niha dewleta tirk derdora 3 hezar û 238 maşîne û bi hezaran leşker, derbasî Idlibê kirine.

Back to top button