Amerîka yekem car li ser destavêtinê ceza ferz kir

Amerîka li ser destavêtinê û sûcên zayendî yên di dema şer de, pêkanînên nû ferz kir.
Pêkanîn li ser Sûdan a Başûr û serçeteyên DAIŞ’ê hatin ferzkirin ku ji hovîtiya li dijî Êzidiyan berpirsyar in.

Di têkoşîna dijî sûcên tundiya zayendî ya dema şer de, Amerîka cezayên heyî tundtir dike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê Joe Biden daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,

“Ev yek li dijî berpirsyarên bnipêrkirina mafên mirovan, pêkanînên dîrokî ne.”

Biden bi bîr xist ku meha Mijdarê hikumetê ji bo xurtkirina “bikaranîna amûrên malî, dîplomatîk û sîstemên qanûnî di têkoşîna dijî sûcên tundiya zayendî de ya di dema şer de” fermannameyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Pêkanînên ku îro bi cih têne anîn, li gorî vê fermannameyê ne.

Du berpirsyarên siyasî û leşkerî yên ji Sûdan a Başûr û 2 çeteyên DAIŞ’ê yên ji destavêtin û êşkencekirina keç û jinên Êzidî berpirsyar in, ketine ber van pêkanînan.”

Li gorî detayên biryarê, Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê wê erka xwe ya siyasî û leşkerî li dijî 2 rayedarên ji Başûrê Sûdanê bi kar bîne û pêkanîna aborî li herdu rayedaran ferz bike.

Hate ragihandin ku heman pêkanîn li ser çeteyên DAIŞ’ê Arkan Ehmed Ebbas El Matûtî yê binavê Ebû Sarhan û Nawaf Ehmed Elwan El Raşîdî bi navê Ebû Faris tê naskirin jî tê ferzkirin.

Herdu çete ji sûcê ‘tundiya zayendî’ ya li dijî Êzidiyan, revandin û kolekirina keç û jinên Êzidî berpirsyar têne nîşandan.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, piraniya wan Êzidî hîn jî bêtirî 2 hezar û 700 zarok û jin winda ne.

Back to top button