Silêman Şeto: Divê ENKS ji bo yekrêziya Kurdî gavan li ser erdê bavêje

Rûspiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto diyar kir ku divê gel fişarê li partiyên Kurd taybet ENKS’ê bike da ku ji bo yekrêziya Kurdî gavan bavêje.

Silêman Şeto helwesta ENKS’ê ya ji bo yekrêziya kurdî rexne kir û diyar kir ku ji ber ENKS girêdayî îtîlafa Sûriye, heta niha ji bo yekrêziya kurdî ti gavên berbi çav ne avêtine.

Şeto destnîşan kir ku hin aliyên di nava ENKS’ê de ku bi dewleta tirk ve girêdayîne ew zêdetir li pêşiya yekrêziya kurdî dibin asteng.

Silêman Şeto îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurdî kir û diyar kir ku niha nexşeya nû ya Sûriyê tê xêz kirin, ji ber vê yekê divê kurd di avakirina vê nexşeyê de bi rolek mezin rabin, ev yek jî bi avakirina yekrêziya kurdî tê kirin.

Rûspiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto bang li gelê Kurd kir ku fişarê li partiyên kurdî bikin da ku li ser maseyekê kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button