Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê: Li Serê Kaniyê 6 jin rastî destavêtinê hatine

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê di rapora xwe ya fermî de 6 rewşên binpêkirinên çeteyan li dijî jinan belge kir. Endama rêveber a rêxistina borî Evîn Cuma diyar kir ku kiryarên çeteyên dewleta Tirk ji ya DAIŞ’ê ne cuda ne. Hişmendî û armanca herduyan jî çewisandina jinan e.

Di nava bêdengiyeke navdewletî de binpêkirin, revandin, kuştin û tecawizkirina jinan li herêmên dagirkirî dewam dikin.

Hat ragihandin ku, li kêleka ferz kirina cilên reş li ser jinan, di sê mehan de li Serê Kaniyê destdirêjî li 30 jinên Kurd, Ereb û Sûryanî hatiye kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê jî heta niha 6 rewşên tecewiz, revandin û kuştina jinan belge kirine.

Derbarê vê mijarê endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma axivî.

Evîn Cuma kirinên çeteyên DAIŞ’ê li Reqa û Dêre Zor bi bîranî û diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk heman kiryarên DAIŞ’ê pêk tînin, lîstina bi cenazeyên şervanên YPJ`ê û kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef vê yekê teqez dike.

Li Serê Kaniyê:

6 rewşên binpêkirinên çeteyan li dijî jinan

2 bûyerên revandin

2 tecawuz

2 jî kuştin

Evînê ragihand ku Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê di rapora xwe ya fermî de 6 rewşên binpêkirinên çeteyan li dijî jinan belge kirine, 2 bûyerên revandin, 2 tecawuz û 2 jî kuştin e.

Endama rêveber a Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku çaranûsa kesên hatine revandin heta niha jî ne diyar e.

Back to top button