Artêşa Îsraîlî dîsa bi ser Eqsayê de girt

Dîsa artêşa Îsraîlî derbasî hewşa mizgefta Eqsa ya li Qudsa rojhilatî bû û êrîşî nimêjkeran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, îro dîsa piştî nimêja sibehê, artêşê bi ser mizgeftê de girt û guleyên plastîk li derdora mizgeftê berdan.

Ev cara 3yan ku artêşa Îsraîlî bi ser Eqsayê de digire.

Heman çavkaniyan diyar kir ku gava nimêjker ji mizgeftê derdiketin bi “Ellah û Ekber” bang kir, lê polîsa Îsraîlî êrîşî wan kir û ew bi zorê ji mizgeftê derxistin.

Li gorî çavkaniyên Birêveberiya Ewqaf a Îslamî li Qudsê jî, 3 Filistînî hatin binçavkirin û 10 jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, polîsên Îsraîlî li vê sergirtinê mukur hatin û dan xuya kirin ku piştî nimêjê, hejmarek Filistînî dest bi xwepêşandanan kir, me jî ew ji hev xistin.

Ev demek baş heye, ji ber tundiya artêşa Îsraîlî li ser nimêjkeran, Filistînî her roja Înê bi hezaran diherikin mizgefta Eqsa.

Back to top button