Çeteyên DAIŞ’ê li herêma di navbera Xaneqîn û bajarokê Kifriyê de 8 welatî revandin, jê 2 kuştin, îro cenazeyê wan hat dîtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, 8 sivîlên hatine revandin ji ji Xaneqîn, Qeretepe û Gûlalê ne.
Li gel revandina 8 sivîlan 2 wesayît jî hatin revandin.
Îro cenazeyê du sivîlan ku yek jê xwendekare, li nêzî gundên Narên û Qeretepeyê hatine dîtin.
Piştî cenaze hatine dîtin, ji bo lêkolînê rakirine nexweşxaneya Qeretepeyê.
Navê sivîlekî Omer Semîn ê ji Qeretepeyê ye.
sivîlê din jî ciwanek xwendekar e û ji Gulaleye.