Cemal Demîr: Komploya Navneteweyî divê bi xurtî bê şermezarkirin

Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku divê Kurd û dostên wan di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de hîn bêhtir nerazîbûna xwe nîşan bidin û diyar kir, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi diyaloga bi Rêber Apo re dibe.

Cemal Demîr bi bîr xist ku 9’ê Cotmeha 1998’an mîlada tifaqa komploya qirêj a navneteweyî ya li dijî Kurdan e.

“Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de careke din xwestin ku Kurdan ji ser dika dîrokê bibin.

Armanca bingehîn a vê tifaqa ku ji NATO’yê piştgiriya leşkerî werdigirt, bêguman kûrkirina şer bû.

Bi vî rengî bi komployê bersiv ji hewldanên Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd re hate dayin.”

Cemal Demîr di dawî de ev bang kir:

“Kurd û dostên wan di salvegera komployê de divê bi çalakiyên hîn xurt nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Ji ber ku ji tecrûbeyên berê jî hatiye fêhmkirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi diyalog û danûstandinên bi birêz Abdullah Ocalan dibe.”

“Divê gelê me li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne”

Back to top button