Mamosteyên Kurdî li Efrînê ji dibistanan tên avêtin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe. Mamosteyên Efrînê ku niha li Şehbayê dimînin der barê derxistina mamosteyên Kurdî ji dibistanên li Efrînê de axivîn û gotin: “Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk mamosteyên zimanê Kurdî ji dibistanan derdixe û dersên bi zimanê Kurdî jî qedexekiriye.

Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne lê gelê Kurd heya roja îro jî nikare bi serbestî zimanê xwe bixwîne, binivisîne û perwerdeyê bibîne.

Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ew e ku zimanê Kurdî ji holê were rakirin û li şûna wî zimanê Tirkî bi cih bikin.

Tenê di demên dawî de zêdetirî 60 mamosteyan ji kar hahatin avêtin.

Rêveberiya paymangeha Şehîd Amara ya navçeya Ehdas Bêrîvan Omer da zanîn ku beriya dewleta Tirk a dagirker Efrînê dagir bike, mamosteyên zimanê Kurdî bi rehetî xwendekar perwerde dikirin.

”Em bang li Rêxistinên Navneteweyî dikin ku zimanê me ji tunekirinê biparêzin”

Rêvebera mamosteyên zimanê Kurdî ya navçeya Ehdas a Şehbayê Bêrîvan Cafar jî bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir ku zimanê wan ji tunekirinê biparêzin.

Back to top button