
Di sala 2015’an Şaredariya Gel a navçeya Til Koçerê Parka Rêber Apo ava kir .
Ev park weke cihê bêhndanê û navenda perwerdeyê ye .
Li parkê semînerên bi mijdarên cuda têne dayîn û hewlên vekirina pirtûkxaneyekê li parkê tên kirin.
Ji destpêka salê ve, çalakiyên cihereng li parkê tên lidarxistin ku şêniyên navçeyê sûdê jê bigirin.
Park weke cihê bêhndanê û navenda perwerdeyê ye
Berpirsên parkê plan dikin pirtûkxaneyekê li parkê vekin .
Welatiyê bi navê Elî Ubêd ê ji Til Koçerê yek ji beşdarên bedewkirina parkê ye axivî û got:
“Plansaziya me ya pêşerojê em pirtûkxaneyekê li vir vekin .
Em dixwazinn pirtûkên Rêber Apo û çîrok ji bo zarokan lê hebin.”
Welatiyê bi navê Ehmed El Heneş jî got, mebesta me ew e em nêrînên hev nas bikin û ciwanan ji vê yekê agahdar bikin.”
Firyal Esaf jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku bi saya fikirê Rêber Apo zihniyeta civakê ya li hember jinan hate guhertin.