“Şengal aram e, bila koçber vegerin cih û warên xwe”

Fermandarê Polîsên Ninowayê Lîwa Leys Hemdanî, diyarkir ku rewşa ewlehiyê ya Şengalê gelek arame û ji bona wê ew daxwaz ji koçberên Êzidî dikin ku ji kampên koçberan vegerin ser cih û warên xwe.

Fermandarê Polîsên Ninowayê Lîwa Leys Hemdanî bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa ewlehiyê ya Şengalê gelek arame.

Ji bona wê ew daxwaz ji koçberên Êzidî ku di kampan de dimînin, êdî vegerin ser cih û warên xwe.

Her wiha diyarkir roj bi roj hejmara koçberên vedigerin ser malên xwe jî zêde dibin.

Di daxuyaniyê de hat got ku Êzidî pêkhateyên resen ên welat û herêmê ne, ji bona wê vegera wan a li ser cih û warên wan gelek giringe.

Di dawiyê de Lîwa Leys Hemdanî bang li Êzidî û Mesîhiyan kir ku vegerin ser cih û warên xwe jiyana xwe dewam bikin.

“Vegera malbatên Êzidî ji bo Şengalê berdewam e”

Back to top button