Li Îdirê mitînga girseyî ya Partiya Çepên Kesk

Partiya Çepên Kesk ku li qadan bê navber bi gel re dicive ji bo serkeftinê bi biryar e. Li bajarê Îdir, Cizîr, Nisêbîn û Çewligê mitîngên hilbijartinê yên bi heybet hatin lidarxistin. Li qadên mîtîngê hate destnîşan kirin ku gelê kurd wê qedera Tirkiyê biguherîne û hate gotin: “Heta ku deriyên Îmraliyê vebin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.”

Ji bo têkçûna desthilata faşîzma Erdoqan ku di hilbijartinan de tê hevî kirin, tenê 5 roj man.

Mitînga Partiya Çepên Kesk ya Îdirê dest pê kir

Di vê çarçovêyê de Partiya Çepên Kesk ku lez dane xebatên xwe li Îdirê mitîngek girseyî li dar xist.

Mitîng bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên parlamenteriyê û berdevkên Partiya Çepên Kesk gel silav kirin.

Pervîn Buldan: Roj roja têkbirina faşîzmê ye

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û bal kişande ser dijminatî û zilma desthilata AKP’ê.

Pervîn Buldan diyar kir AKP li qadan ji bo reşkirina partiya me her tiştekî dike û wiha got:

“Erdoganek heye ku dibêje fermana ji Xwedê digire û xwe weke pêxember dibîne.

Heta şerm nakin ku dîn jî ji bo siyasetê bi kar tînin.

Êdî dem hatiye ku em ji vê rewşê re bibêjin bes e.”

Pervînê destnîşan kir ku roj roja têkbirina faşîzmê ye û wiha bi dawîkir: Dem dema yekitî û hevgirtinê ye. Heke em bikarin vê bikin, li Îdirê dê demokrasî 2 û faşîzm jî 0 be.

Cizîra Botan-Li warê Mem û Zînê mitînga bi heybet

Li warê Mem û Zînê ango navçeya Cizîra Botan yê Şirnexê jî alên çepên kesk li jor bûn.

Xelkê Cizîrê bi coşek mezin namzetên xwe û şandeya siyasetmedaran pêşwazî kirin.

“Gelê Kurd wê qedera Tirkiyê biguherîne”

Li qada mîtîngê hate destnîşan kirin ku gelê kurd wê qedera Tirkiyê biguherîne û hate gotin:

” Heta ku deriyên Îmraliyê vebin û birêz Abdullah Ocalan azad bibe û bi hezaran girtiyên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin.”

Her wiha Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku xitabî gel kir, di serî de ciwanan bang li her kesî kir ku sindiqan biparêzin û xwedî li îradeya xwe derkevin

Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê bi coş pêk hat

Yek ji qadên ku dildarên partiya Çepên Kesk li he civiyan Nisebîna rengîn a Merdînê bû.

Dema Hevseroka Giştî ya DBP Saliha Aydenîz, namzetên parlamenteriyê yên bajêr û siyasetmedar Ahmet Turk ketin qada mitîngê, coşa mitîngê derket lûtkeyê.

Ji qada mîtîngê siyasetmedaran banga xurtkirina têkoşînê û peyamên serkeftinê dan.

Çewlîg-Niha dema guhertina vê desthilatê ye

Tevî barana barî jî girseyê qad neterikand.

Namzetê parlamenteriyê yê Muşê Sezaî Temellî yê di civîna gel a li Çewligê de axivî wiha got:

“Desthilata li ser serê me ji xizaniyê ji talanê ji her cure qirêjiyê sûdê digire, em vê qebûl nakin.

Niha dema guhertina vê desthilatê ye.”

Li Qersê bi hezaran di mîtînga Partiya Çepên Kesk de hatin bahev

Back to top button