Li Iraqê 66 kesên din bi Coronayê ketin, 59 kes jî baş bûn

Li Iraqê di 24 saetên dawî de 66 rewşên nû yên bi nexweşiyê vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin û 59 kes jî ji nexweşiyê rehet bûne.

Wezareta Tendirustî ya Iraqê têkildarî nexweşiya vîrûsa Coronayê daxuyaniyek da.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 2 hezar û 854 testên vîrûsê hatine çêkirin.

Di encamê de derket ku 66 kes bi virûsê ketine, kesek ji ber vîrûsê mir û 59 jî baş bûne.

Li gorî daxuyaniyê bi giştî 2 hezar 219 kes bi vîrûsê ketine, 1 hezar 473 kes baş bûne û 95 kes jî mirine.

Back to top button