Tirkiyê bersiva raporta Amerîkayê da: Raporta we dûrî rastiyê ye!

Piştî rapora herî dawî ya Amerîkayê derbarê mafên mirov, zext û binpêkirinên ku ji aliyê hikumeta AKP’ê ve li Tirkiyê pêk tên, Enqere wekî her car li van binpêkirinan zivirî mikur nehat û careke din buhaneya zext û êrîşên xwe bi “şerê li dijî terorê” ve girêda. Wezareta derve ya Tirkiyê bersiva raporta Amerîkayê da û raport bi “raporta dûrî rastiyê” bi nav kir.

Hikumeta faşîst AKP, binpêkirinên ku der heqê gelên Tirkiye de dike, “ji rastiyê bi dûr” bi nav kir û Amerîka bi zimanekî tûj rexne kir.

Di dawiya meha Adara borî de, Wezareta Derve ya DYA rapora xwe ya yekemîn a derbarê binpêkirinên mafê mirovan de ya sala 2020an eşkere kir.

Di vê raporê de, bi awayekî berfireh behsa zext û binpêkirinên hikumeta AKP’ê yên li dijî mafên mirov û azadiya derbirînê hat kirin.

Her wiha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Sûriyê bi îdîyaya ku ew “şerê terorê” dike, cihekî xwe di vê raporê de girtibû.

Lê ev yek û wekî her car li dewleta Tirk xweş nehat û bi daxuyaniyekê rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê red kir.

Tirkiye li ser zimanê Wezareta xwe ya Derve daxuyaniyeke nerazîbûnê da û ev rapor bi “dûrî rastiyê” bi nav kir.

Ne tenê wisa, lê belê dewleta Tirk dîsa xwest li ser zext û binpêkirinên xwe yên li herêmê binxumîne û daneyên Wezareta Amerîkî der barê êrîşên wê yên dagirkeriyê li Sûriyê bi “îdîyayan ne ji rêzê” pênase kir.

Balkêş e ku hemwextî vê belgekirina Amerîkayê, hin raporên çapemeniyê yên din jî li bi amarên belgekirî, ev binpêkirin piştrast kirin.

Rojnamevan Barîş: Li zindanên Tirkiyê bi zedan rojnamevan girtî ne

Li gorî raporeke ku ji aliyê rojnamevan Barîş Yarkadaş ve hatiye amadekirin, 3 rojnamevan hatine binçavkirin, 2 rastî êrîşan hatine û gelek malper li Tirkiyê hatine qedexekirin.

Her wiha, rêxistinên cîhanî yên mafên mirov û azadiya çapemeniyê jî bi tawana “terorê” dupat dikin ku li zindanên Tirkiyê bi sedan rojnamevan girtî ne.

Back to top button