Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera û Til Rifet a Şehbayê topbaran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên, Merenazê, Îrşadiyê, Kefer Antûn, Tatmaraş, Kela Şiwarxe, Eyn Deqnê û Bêlûniyê topbaran kirin.
Her wiha doh bi şev dewleta Tirk gundê Şêx Îsa û navçeya Til Rifet a Şehbayê topbaran kirin.
Hêzên hikumeta Şamê navenda Efrînê topbaran kir
Li gorî nûçeya ANHA’yê hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bajarê Efrînê bi dijwarî topbaran kiriye.
Hat ragihand ku taxa Vêlat û riya Raco yên li navenda Efrînê hatin topbaran kirin.
Hat gotin di encamê de heya niha 8 kes birîndar bûne.