Nezhet Osman: PDK bi van kiryaran parçebûna navbera Kurdan zêde dike

46 roj in nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.
Îro careke din birayê endamê PYD’ê yê hatiye revandin, Nezhet Osman ji bo zelalkirina rewşa birayê xwe bang kir. Nezhet Osman anî ziman ku PDK’ê bi van kiryaran parçebûna navbera Kurdan zêde dike.

Ev 46 rojin nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan yên PYD’ê ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Ji roja revandina wan û heta roja îro çarenûsa wan ne diyar e û sedema revandina wan jî nayê eşkerekirin.

Birayê endamê Têkiliyên PYD’ê ê revandî, Nezhet Osman careke din banga zelakirina çarenûsa birayê xwe kir.

Nezhet Osman anî ziman ku PDK’ê ji çarenûsa birayê wî berpirsyare û diyar kir ku PDK’ê bi van kiryaran parçebûna navbera Kurdan zêde dike.

”Tişta ku PDK dike şaş e, xizmeta Kurdan nake”

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî jî anî ziman ku tişta PDK’ê kirî şaş e.

Endamê Desteya Siyasî ya Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Muslim Ebas jî banga zelakirina rewşa nûneran kir.

Back to top button