Dêrsim Nûrhaq: Plana tasfiyê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an hat destpêkirin hê jî dewam dike

Yek ji Fermandarên HPG’ê Dersim Nûrhaq diyar kir ku artêşa Tirk ya dagirker li hember rêbazên nû yên şer ên gerîla tangav bûye û got, “Êrîşên artêşa Tirk di asta herî jor de dewam dikin. Em gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê jî, li dijî van êrîşan emê berxwedanê mezin bikin û bi ser bikevin.”

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê de yek ji Fermandarên HPG’ê Dêrsim Nûrhaq ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Fermandar Dêrsim diyar kir plana êrîşên qirkirinê ku 24’ê Tîrmeha 2015’an li dijî gelê Kurd û gerîla hat destpêkirin hê jî dewam dike.

Fermandar Dêrsim da zanîn armanca dewleta Tirk ya bi vê plana êrîşê ew bû ku li ser tinekirina gelê Kurd xwe ji nû ve ava bikin û wiha got,

“Di nava van 6 salan de hedef ew bû ku PKK’ê tine bikin. Ev plana dewleta Tirk pêk nehat. Li hember berxwedana gelê Kurd û gerîla hêzên li pişt dewleta Tirk jî bawer kirin ku wê nikarin PKK’ê têk bibin. Xeyalên wan yên Osmanî ku dixwestin li Rojhilata Navîn pêk bînin û dîsa bibin hegemon kete xeteriyê.”

Dêrsim Nûrhaq: Emê li dijî êrîşan berxwedanê mezin bikin û bi ser bikevin

Fermandar Dêrsim destnîşan kir ku plana dewleta Tirk bi êrîşên ku 23’ê Nîsanê li dijî başûrê Kurdistanê dan destpêkirin kete qonaxeke nû û diyar kir armanca van êrîşan ewe ku îradeya gerîla bişkînin.

Fermandar Dêrsim anî ziman ku gerîla li gorî taybetiya demê xwe nû kiriye, li gorî taktîk û êrîşên dijmin xwe birêxistin dike û wiha dewam kir.

“Dijmin li hember rêbazên nû yên şer ên gerîla tangav bûye. 3 meh in ji bilî girtina yek-du giran, nekariye zêde bi pêşde were. Ji bo girtina girekî bi sedan car bi balafirên şer êrîş dike, bi hezaran leşker dixe tevgerê, çek û gazên kîmyawî bikartîne. Gerîla ji bo ku cîhek nekeve dest dijmin heya dawiyê bi rengekî fedayî şer dike.”

Fermandar Dêrsim di dawiyê de diyar kir êrîşên artêşa Tirk ya dagirker di asta herî jor de dewam dikin û destnîşan kir gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî wê li dijî van êrîşan berxwedanê mezin bikin û bi ser bikevin.

Back to top button