Li Tebqayê 121 şitlên daran ji bo bîranîna şehîdan hatin çandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi hevkariya Partiya Kesk a Kurdistanê, îro hemleya çandina daran organîze û 121 dar çandin..

Endamên Partiya Kesk a Kurdistanê, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê û malbatên şehîdan tev li hemleya çandina daran bûn.

Bavê şehîd Ezîz Ereb Hisên Şêx Hesen jî beşdarî hemleyê bû…

Beşdarên hemleyê ji bo bîranîna şehîdên Pêngava Gurzê Gelan, 121 şitil li goristana şehîdan çandin.

20`ê Çileya derbasbûyî çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kiribû û di oxira parastinê de 121 welatî û Şervan şehîd bûbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Ezîz Ereb ji gundê Meryemînê yê Efrînê ye û sala 1983`yan tev li refên gerîla bûbû.. 17`ê Nîsana 1986`an şehîd bû.

Li Rojavayê Kurdistanê Ezîz Ereb yekemîn şehîdê ji pêkhateya Ereb e ku tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bûye.

Back to top button