Ji bo desteyên Meclisa Rêverber a herêma Cizîrê 5 kes hatin erkdar kirin

Meclisa Qanûsaz a Herêma Cizîrê ji bo hevserokatiya gelek desteyên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê 5 kes erkdar kirin.

Vê sibê Meclisa Qamûnsaz a Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê civîna xwe ya 6’mîn li dar xist.

Civîn ji bo şopandina kar û xebatên meclisê her wiha geşedanên dawî li hola meclisa navçeyê li dar ket.

Civîn bi amedebûna 77 endaman pêk hat û tê de naveroka civîna 26’ê Adarê hatiye lidarxistin hate xwendin her wiha xebatên meclisê ên di navbera her du civînana de hatin nîqaşkirin.

Beşdaran îstîfaya du endamên meclisê erê kir û li ser kar û xebata ku di dema endamtiya xwe de meşandine hatin xelatkirin.

Meclisê di civîna xwe de, Hemrîn Hemîd Elî ji bo hevserokatiya Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Ebdullah Îsa Hiso ji bo hevserokatiya Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê, Fatme Hayîl Eyûb û Diyar Mihemed Maşûq Îbrahîm ji bo hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê, Mazlûm Şewket Hesen ji bo hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê erekdar kir.

Back to top button