Rûsya bi moşekan êrişî Kîevê kir

Di roja 51 a şerê li Ûkrayna de, êdî Rûsya bi awayekî eşkere êrişî paytexta Ûkrayna Kîevê kir.
Rûsya ragihand ku wan kargehek çêkirina tankan a li Kîevê kirine armanc.
Sererkaniya Ûkrayan jî dibêje, heta niha bêtirî 20 hezar û 100 leşkerên Rûsya hatine kuştin.
Hemwextî vê Serokomarê Ûkrayna Zelensky got,
Rûsya heta heta Ûkrayna winda kir.

Rûsya êdî bi awayekî eşkere paytexta Ûkrayna Kîev xistiye armanca xwe.

Şaredarê Kîevê Vitali Klichko ragihand ku li navçeya Darnitsa ya Kîevê gelek teqîn rû dane.

Heta niha nayê zanîn ku di teqînan de ziyanên canî hene yan na.

Kliçko daxuyakirin ku tîmên alîkariyê bo herêmê hatine şandin û daxwaz ji welatiyên li paytextê kir ku li dijî êrişên hewayî hişyar bin.

Li gorî nûçeya AFP êriş li dijî kargeheke çeken pêk hatiye.

Rûsya jî ragihand ku wan li kargeha çêkirina moşekên Neptun xistiye.

Balkêşe beriya demekê Ûkrayna ragihandibû ku wan bi moşekên Neptun keştiya Rûsya ya li derya Reş kiribûn armanc.

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku keştiya şer a Rûsyayê “Moskow” di encama lêdana du mûşekên Neptûn ên ji aliyê Ûkraynayê de binav bû.

Ûkrayna: 20,100 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê 51 rojan a li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê,

20 hezar û 100 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

163 balafir, 145 helîkopter û 762 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rûsya: Me bi moşkên taybet kargeha çêkirina tankan ya li Kîevê xist

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov li ser rewşa dawî ya êrişên wan li Ûkrayna agahî parve kir.

Îgor Konaşenkov diyar kir ku wan bi moşekan kargeha temîratên tankan a li Kîevê kirine armanc.

Konaşenkov daxuyakirin ku heta niha 133 balafir, 458 balafirên bêpîlot, 2 hezar û 146 maşîneyên taybet yên Ûkrayna hatine têkbirin.

Zelensky: Rûsya heta hetayî Ûkrayna winda kir

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky jî bi peyameke vîdeo ji rewşa heyî Rûsya tewambar kir û got:

Rûsya heta hetayî Ûkrayna winda kir.

Rûsya, li tevahiya cîhanê winda kir.

Êdî li cihekê nayê heskirin.

Zelensky îdia kir ku wan karîne heta niha 918 herêm ji bin kontrola Rûsya der bixin.

Back to top button