Li dijî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî çalakiyên
Hêzên Rizgariya Efrînê jî dewam dikin.
HRE’yê ragihand li navçeya Şera ya Efrînê dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapamaniyê ya Hêzên Rizgariya Efîrnê (HRE) derbarê çalakiyên vê dawiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hat diyar kirin 24ê Tîrmehê, di navbera gundên Meryemînê û Mereskê ya navçeya Şera ya Efrînê de, li hember seyareyek zirxî ya artêşa Tirk çalakiyek sabotajê hat li dar xistin.
Hat gotn di encama vê çalakiyê de seyare hat ruxandin, 5 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî brîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev çalakî ji bo bersivdayina êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Şehîdgeha Efrînê de pêk anî, hat li dar xistin.