Di êrişa leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Ehrisê ya Şehbayê de di nav de 2 zarok bi giştî 4 sivîl birîndar bûn.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Marî yê dagirkirî bi dehan top avêtin navenda navçeya Ehrisê ya Şehbayê. Di êrişê de cihên sivîlan hatin hedefkirin.
Di encama êrişê de 4 sivîl, di nav de 2 zarok birîndar bûn.
Navên birnîdaran wiha ne; Heysem Hisên, Heysem Omer (6) ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Efrînê ne û Ehmed Zekî ji navçeya Ehrisê ya Şehbayê ye.
Nasnameya birîndarê din nehat naskirin.