Bi armanca piştgiriya berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek bi diruşma “Werin cenga azadiyê” organize kir.
Meş li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê hate organîzekirin, û bi sedan endamên tevgerê yên herêma Efrînê beşdar bûn.
Di meşê de Tevgera Ciwanên Şoreşger bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gotin bi saya berxwedana dîrokî ya gerîlayan em dikarin serkeftinê bi dest bixin.
Meş li qada Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.