“Dewleta Tirk hewldide vîna gel têk bibe”

Endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê bang li CPT’ê kir ku agahiyên der barê rewşa Rêber Ocalan de eşkere bike.

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecîn ê Rojhilatê Dêrazorê Cabir El Rewam got:

“Dewleta Tirk ji ber di planên xwe yên dagirkeriyê yên li herêmê de têk diçe, tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dike.

Bi wê yekê, armanc dike ku vîna gel têk bibe..

Lê belê gel di pêkanîna fikrê Rêber Ocalan de dewam dike.”

“Divê CPT bi erka xwe rabe “

Hevserokê Meclisa Şehîd Ebûd El Lewha Ehmed El Tirkî jî dibêje :

“Bêdengiya hêzên hegemonîk jî nîşana hevkariya wan bi dewleta Tirk re ye.

Êrişên artêşa Tirk li dijî herêmê û tecrîda li ser Rêber Ocalan beşek ji komploya Tirkî ya li dijî gelê Kurd e..”

El Tirkî bang li CPT’ê kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan zelal bike..

Back to top button