Nobeta Edaletê li Parîsê dewam dike

Nobeta Edaletê li Parîsê hîn dewam dike.
Li wir careke din banga eşkerekirina hêzên li pişt bûyerê hate kirin.

Nobeta Edaletê ya li dijî komkujiya Parîsê hê jî dewam dike.

Serdanên sazî û rêxistinên ji welatên cuda bo nobeta Edaletê jî dewam dike.

Di nav de beşek ji malbata Gulo ku li wir dijîn gelek kesayetan serdana kirin

Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk di serdanê de axivî û sersaxî ji malbatan xwest.

Demîr Çelîk got: “Ev komkujî, komkujiya dewleta Tirk a faşîst a dagirker e.

Helbet ne bi tenê dewleta Tirk, tiliya dewletên kapîtalîst jî tê de ye.

Kurd tev daxwaza eşkerekirina vê komkujiyê dikin. Kujerên Kurdan eşkere bikin.”

Berdevka Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê Suzy Rojtman jî axivî.

Suzy anî ziman ku bi salane ew ji bo Sakîne daxwaza edaletê dikin, îro ji bo Evîn jî ew heman daxwazê bikin.

Back to top button