300 partî û rêxistinên Çep ê Firansayê banga parastina Kurdan kirin

Bertekên li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser kurdan didome.Divê bi lezgînî parastin û edaleta ku heqdikin ji bo kurdan bê bicihanîn.Zêdetirî 300 partî, rêxistin, komale yên saziyên Fransî ku piraniya wan yên çepin di rojnameya di Le Monde bi vê sernavê “Edalet û parastina ku kurd dixwazin lezgîne”Di bangawaziyê de tê xwestin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Rojnameya Le Monde li ser navê Kolektîfa kesayetên siyasî ya ku pêşengtiya Marîn Tonriye û Egîd Polat di beşa tirbûnê de bangawaziyek weşand.

Bangawazî bi vê sernavê derket:

“Edaleta û parastina ku kurd heqdikin lezgîn e”

Bangawazî wiha didiome.

Bê mîsogeriya edalet, rast û azadiyê, civaka kurd wê ti carî xwe li Fransa û ewropayê di ewlekariyê de hîs neke.

Tê destnîşankirin ku ji komkujiya 23’ê kanûnê vir ve li nava civaka kurd a li firansa û deverê din ê cîhanê hersa kurda mezin dibe.

Ev êriş ji sûceke nîjadperest zêdetire ku ji aliyê ji aliyê nîjadperestekî ve hatibe kirin.

Îmzekarên bangawaziyê rola dewleta tirk di vê komkujiyê de destnîşandikin û têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê jî bi bîrdixin.

Lê belê dewletên Ewropayê kurdan weke guherbareke têkiliyên dîplomatîk ê bi Tirkiyê re dibînin.

“Divê bi lezgînî edalet û parastina ku Kurd heqdikin bi cih were”

Her wiha îşaret bi têkiliya servîsên îstîxbaratê yên Ewropa yê li gel dewleta tirk jî tê kirin ..

Tê gotin ku di çarçoveya vê hevkariyê de muxalîfên kurd bi awayekî rêk û pêk radestî tên kirin.

Her wiha dibêjin edalet û parastina kurdan ku heqdikin lezgîn e.

Divê heremên leşkerî yên kurd bi xurtî bên parastin, PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin.

Back to top button