”Hikumeta Başurê Kurdistanê xizmeta dewleta Tirk dike”

Çalakvanên Hewlêrê êrişên dewleta Tikr ên li dijî xaka Başurê Kurdistanê şermezarkirin û anîn ziman ku ti behaneyek ji bo topbarankirina xaka Başûrê Kurdistanê nine.

Êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê didom e.

Çalakvan Karzan Mihemed yê Soran êrişên dagirkeriyê şermezar kir û got:

“Dewleta tirk rojane axa Iraq û Başurê Kurdistanê topbaran dike, hin devaran jî dagirkiriye.

Di encama van êrişan de welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Ev yek serweriya axa Iraqê binpêdike.”

Karzan Mihemed di berdewamiya nirxandina xwe de daxuyakirin ku berpirsên hikûmeta Başûrê kurdistanê jî bi hevkariya xwe ya bi tirkiyê re dagirkeriyê rewa dikin û ziraê didin destkeftiyên kurdan.

”Pêwîste li dijî êrişan helwesteke xurt were nîşandan”

Çalakvan Hevres Şiwan jî diyar kir ku ti behaneyek dewleta Tirk ji bo êrişê xaka Başûrê Kurdistanê bike nine û wiha got:

”Pêwîste helwestek xurt li dijî van êrişan were nîşandan.”

Back to top button