Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku hikumeta Şamê şaştiyeke dîrok dike û got:
“Lihevkirina dawîn a di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ku bi sponseriya Rûsyayê pêk tê, Sûriye ber bi parçebûnê ve dibe.”
Rûsya hewl dide ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê nêzî hev bike ..
Ji bo normalîzekirina vê têkiliyê pêr li Moskovê, wezîrên parastina yên hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Rûsyayê li hev civiyan.
Der barê vê civînê de cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer nirxandin kirin ..
Hesen Koçer diyar kir ku lihevkirinên dawî yên di navbera hikûmeta Şamê û rêjîma Tirk de Sûriye ber bi parçebûnê ve dibe û got :
“Dewleta Tirk armanc dike ku li ser hesabê gelên herêmê axa Sûriyê dagir bike..
Mîna bi Lîwa Skenderon û Antakya kiriye .”
“Gelên herêmê dê li ber xwe bidin”
Koçer da zanîn ku gelên herêmê dê li ber xwe bidin û van lihevkirinan red bikin û wiha domand :
“Eger dewleta Tirk êriş bike û biryara vê êrişê di civîna sêalî de were dayîn, şaşiyeke dîrokî ye ku hikumeta Şamê dike.
Divê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê di komkujiyên dewleta Tirk de nebe hevkar.”
Koçer destnîşan kir ku çareseriya kirîza Sûriyê di pêkanîna pergala nenavendî li seranserî xaka Sûriyê de ye û got :
“Divê berhemên binerd ên Sûriyê li gelên Sûriyê bi awayekî adil were belavkirin.
Berhemên binerd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê milkê gelê vê herêmê ye lê belê ya hemû sûriyan e.”
Koçer tekez kir ku çareseriyên bi vî awayî dê kirîzên aborî û civakî yên Sûriyê çareser bike ..
Lazime hikûmeta Şamê bi gelên herêmê re lihevkirinê pêk bîne.