Hevdîtinên Tirkiyê û hikûmeta Şamê

Erdoganê ku xwe weke pişt ji sûriyan re nîşan dida niha bi hikûmeta Şamê re hevdîtina pêk tîne. Herî dawî li Moskovayê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan bi Alî Mahmûd Abbas Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê re hevdîtin pêkanî. Tiştê ku ji vê hevdîtinê diyar dibe ku Erdogan dixwaze beriya hilbijartinên rûyê xwe spî bike. Li teqez yê ku bûye bazar li ser wan hatiye kirin gelê Sûiyrê ye.

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve piştgirî da komên tundrew û şoreşa gel a ji bo guhertina demokratîk ji rastiya wê dûr xist.

Bi vê destwerdanê rê bi sedan komên çekdarî yên cûda hatin avakirin.

Bi vê jî şerê li Sûriyayê hîn dijwartir bû û rê li ber komkujî, wêranî û koçberiyên hîn zêdetir hatin vekirin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan gelek caran digot rêjîma Esed qatile û bêyî hilweşîna wî wê aloziya Sûriyê çareser nebe.

Ev îdayên Erdogan ên bi dîmen û deng li ser gelek saziyên ragihandinê hatin weşandin.

Piştî wê jî bi navbênkariya Rûsiya itîfaqên leşkerî di navbera hikûmeta Şamê û Dewleta tirk re hatin kirin.

Di encamê de bazar hatin kirin û herêmên wekî Xûta, Humis û hin cihên din ji hikûmeta Şamê re hatin berdan.

niha jî û piştî demeke propgoandaya wê hate kirin.

Erdogan ji bo berjewendiyên xwe di asta wezîrên parastinê de hevdîtin bi hikûmeta Şamê re pêk anî.

Wezîrê Parastinê yê Sûrîyeyê hevdîtin bi Akar û Fîdan re kir

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Alî Mahmûd Abbas li Moskovayê bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin pêkanî.

Wezîrê Paastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, serê sibehê ji balafirgeha Esenbogayê çûn Rûsyayê.

Hevdîtin bi navbênkariya Rûsiya ye

Ev hevdîtin bi navbênkariya Rûsiya pêk hatiye.
Ev hevdîtin careke din civînên Astana tîne bîra mirov.

Di her civîneke Astana yê de planek nû li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihate danîn.

li gorî agahiyên ji sê aliyên civînê hatiye belavkirin.

Di civînê de “Ji bo pêkanîn û berdewamiya aramiya Sûriyeyê û herêmê, têkildarê dewama civînên bi sê aliyan dewam bikin.“

Hemû aliyan jî îda kirin civîn erênî derbas bûye.

Lê li vir pirs ew gelo vê carê çi plan di vê civînê de hatiye amadekirin?

Back to top button