Di çarçoveya çalakiyên HRRK`ê li Qamişlo, Nivîskar û helbestvan Kemal Necim dîwana helbesta xwe ya bi navê “Şevbêrkên Spî” îmze kir.
Di roja 9`an a çalakiyên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) de ku bi dirûşma “10 mûmêm dawîn” li dar xistiye, nivîskar û helbestvan Kemal Necim berhema xwe ya bi navnîşan “Şevbêrkên Spî” îmze kir.
Bi dehan rewşenbîr, nivîskar, wêjevan û nûnerên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Kongreya Îslama Demokratîk di çalakiyê de beşdar bûn.
Endamê Desteya Rêveber a HRRK’ê Ehmed Hisênî axivî û bixêrhatina beşdaran kir.
Der barê pirtûkê de nivîskar Diyar Botî diyar kir ku pirtûk di nav xwe de gelek wateyên wêjeya kurdî û wateyên dîrokî dihewîne.