KJK: Bi berxwedana li çiya, deşt û bajaran wê zindan teqez bi ser bikeve

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku berxwedana li çiya, deşt û bajaran wê teqez berxwedana zindanan bi ser bikeve û bang li gel û jinan kir ku xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin û bi xurtî tevlî pêngavên azadiyê bibin. 

Koordînasyona KJK’ê der barê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK’ê ku ketiye roja 20 de, daxuyaniyek da û berxwedana li zindanê weke gaveke girîng di vê pêvajoyê de pênase kir..

KJK’ê bi bîr xist ku ev pergala êşekence û tecrîdê li zindanên Tirkiyê û tevahiya welêt hatiye belavkirin û wiha dibêje:

Berxwedana li zindanan wê bi berxwedana jin û gelê me re bibe yek, enerjiyeke mezin biafirîne û tecrîdê ji holê rake.

Berxwedana li zindanan pêşengiyê ji têkoşîna azadkirina Rêberê me re dike, jin û gerîla tevlî berxwedanê dike û mezin dibe.

Berxwedana ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir ji bo xwedîderketina li Rêber Ocalan e, lê di heman demê de xwedîderketina li doza azadiyê ya jin û gelan e.

KJK’ê ragihand ku teslîmiyet, xiyanet, bêkesayetîbûyîn li girtiyên siyasî têN ferzkirin, lê ev berxwedan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û ji nû ve serhildana jin û gelê Kurd e.

KJK’ê bal kişand li ser berxwedana jin û Kurdan a li dijî desthilatdariya AKP û MHP’ê û diyar kir ku ev berxwedana li çiya, deşt û bajar û zindanan wê teqez bi ser bikeve.

KJK: em bi xurtî tevlî pêngavan bibin

Koordînasyona KJK’ê ji bo beserxistina berxwedana zindanan bang li gel û jinan kir ku xwedî li wan derkevin û bi xurtî tevlî pêngavên azadiyê bibin.

KJK’ê hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji ber çalakiya wan ya dîrokî li dijî tecrîdê silav kir û ev peyam da:

“Bi berxwedana li zindanan, wê li çiya û bajaran tecrîd bê bidawîkirin û azadî bê misogerkirin.

Li ser vê bingehê em berxwedanê mezin bikin û hîn bi xurtî xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

Back to top button