Li gundewarê Hemayê, 11 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin kuştin

11 çekdarên bi ser hikumetê Şamê ve, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Hemayê de hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bakurê gundewarê Hemayê de, 11 çekdarên bi ser hikumetê ve, hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriyê, ev êrîş piştî ku hêzên hikumeta Şamê bi alîkariya balafirên Rûsî ku derdora 40 carî êrîşî deverên çeteyan li gundê Merîceb El-Cemlan û hin deverên din li bakurê çolistana Hemayê kirin, pêk hat.

Di 48 seatên dewî de, jimara kuştiyên herdu aliyan bû 33, ji wan 18 leşkerên hêzên hikumetê û 15 jî yên çeteyên DAIŞ’ê.

Back to top button