Ciwanên Silêmaniyê: PKK gel e û gel jî li vir e

Ciwanên Silêmaniyê li dijî êrîşa PDK’ê ya li ser gerîlayên HPG’ê çalakiyek li dar xist.

Ciwanan duh li ber Parka Melîk Mehmûd êrîş şermezar kir û anî ziman ku ew qebûl nakin ti hêz ji bo berjewendiyên xwe, pêşeroja Kurdistanê bixe metirsiyê.

Ciwanan got: “Ên ku banga derxistina PKK’ê ji Başûr dikin, divê baş bizanin ku “PKK gel e, gel jî li vir e.”

Şêniyên Raperînê: Divê hêzên Kurdî pirsgirêkan bi diyalogê derbas bikin

Şêniyên navçeya Raperînê jî da xuyankirin ku, eger şerekî navxweyî biqewime, ziyanbînên herî mezin; Kurd in, sûdgir jî dijmin e. Lewre divê hemû hêzên Kurdî pirsgirêkên xwe bi guftûgoyê derbas bikin.

Di çarçoveyê de, şêniyên Binarê Qendîlê jî bang li hêz û aliyên Kurdî kir ku, rê nedin bira, birayê xwe bikuje û divê mala Kurdan careke din wêran nebe.

Back to top button