Endama MPKE Castel: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e

Endama Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) ya Katalan Laura Castel, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê, pirs-name pêşkêşî Serokatiya Konseya Ewropayê kir.

Siyasetmedara Katalan Laura Castel ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Abdullah Ocalan kete nava liv û tevgerê.

Castel pirsaname ji Serokatiya Konseya Ewropayê re pêşkêş kir, bal kişand ser tecrîdê û dewamkirina binpêkirina mafên mirovan û dibêje:

“Gelo komîsyonek heye, Komîteya Serokên Konseya Ewropayê ku bişopîne ka Tirkiye mafên mirovan bi cih tîne yan na?

Castel: Tirkiyê nexwest bersiva pirsan bide

Castel got wê pirsên nivîskî pêşkêşî Serokên Komîteya Konseya Ewropayê kiriye û wiha domand:

“Yek ji welatên endam Tirkiye nexwest bersiva van pirsan bê dayîn.

Heke lihevkirin pêk neyê û hemû welatên endam li ser metna bersivê li hev nekin, wê demê pirs bêbersiv dimînin.

Castel got:

“Li gorî min piştî azadiya Abdullah Ocalan pêvajoyeke aştiyê dikare teqez pêk were.

Eger em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, pêwîstiya me bi azadiya Ocalan heye, piştre jî divê diyalog bê pêşxistin. Divê birêz Ocalan bi xwe diyalogên aştiyê bi rê ve bibe.

“Pêngava cîhanî ji bo Rêber Apo encamên baş wê bi xwe re bîne”

Back to top button