Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan stand hat danîn.
Stand si çarçoveya pênngava cîhanî ji bo azadiya Rêber Apo hat danîn .
Di 15’ê Mijdarê de endamên Meclîsa Jinan ya Rojbîn li bajarê Aaraûyê serdana gelek saziyan kir û civîn pêk anîn.
Endamên Meclîsê dosya radestî muxatabên xwe kirin, bal kişandin ser asta ku tecrîd gihîştiye û banga hestiyariyê kirin.
16’ê Mijdarê roja Pênçşemê jî standa agahdarkirinê danîn, li hember tecrîdê gelê Swîsreyê agadar kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Meclîsa Jinan a Rojbînê seranserê rojê belavok belav kirin.
Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo li Swîsreyê stand danîn