Meclisa Jinan a Sûriyê diyar kir ku di êrîşên dagirker yên dewleta Tirk de herî zêde jin zirarê dibînin û rastî şîdetê tên.
Meclîsa Jinan destnîşankir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tinekirina jiyana azad a jinan e, lê ew ê bi têkoşîn û piştgiriya jinê li dijî vê li ber xwe bidin.
Meclisa Jinan a Sûriyê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîdeta li dijî Jinê bi slogana “Ji Tundiya li dijî jinê re na” panelek lidarxist.
Tevî nûnerên partî, sazî û rêxistinên jinan, hêjmareke zêde jin tevlî panelê bûn.
Endama Meclisa Jinan a Sûriyê şaxê Helebê Heyfa Hesen di panelê de axivî û destnîşan kir ku di rewşa şer û dagirkeriyê de tundiya li dijî jinê zêde dibe û bibîrxist ku gelek jin û zarok di êrîş û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest dane.
Di dawiyê de jinên beşdarî panelê bûn nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe jina zana û jiyana azad a jinan hedef digire.
Her weha jinan li dijî tundiyê girîngiya piştgirî û têkoşîna jinê jî destnîşan kirin.