
Arêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din êrişî herêmên Eyn Îsa kirin.
Dagirkeran bi dijwarî êrişî herêmên nêzî Kampa Eyn Îsa û nexweşxaneya Omer Elûş kirin.
Artêşa dagirker gundewarên herêma Şehbayê jî dan ber topan.
Ajansa ANHA’yê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên xwe bajarok û kampa Eyn Îsa di nav de gundê Seyda yê dikeve rojhilatê Eyn Îsa topbaran kirin.
Rêya M4 jî careke din di hedefa êrişên dagirkeran de bûn.
Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran dan.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş ya li Eyn Îsayê kirin armanc.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Şehbayê topbaran kir
Di vê navberê de, balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Efrînê û Şehbayê geriya.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî nîvro jî gundên Eyndeqnê û Belûniyê yên herêma Şehbayê, dan ber topan.