Saziyên Fransayê: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Jixwe ev serdegirtin û nêzakatiya hikumeta Fransî ya li dijî Kurdan rastî nerazîbûna gelê Fransî bixwe hat. 27 saziyên Fransayê bang li desthilata welatên xwe kir ku zexta li ser Kurdan bi dawî bikin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.

Êdî di qada navdewletî de Kurd, taybet jî PKK’ê bi proje, têkoşîn û karê xwe yê erênî, bala her kesî dikişîne.

27 partî, komele, tevger û saziyên Fransayê bi sernavê “Divê bêrehmiya li Fransayê ya li dijî Kurdan bi dawî bibe” daxuyaniyeke hevpar weşand.

Saziyên Fransî serdegirtina saziyên Kurdan şermezar kir û got:

Di demeke ku ew qas dewleta Tirk zextê li Kurdan dike, gefa girtinê li HDP’ê dixwe, hemwextî wê serdegirtina saziyên Kurdan ji aliyê hêzên Fransî ve, bûyereke sosret e.

Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk û hikûmeta Fransayê li ser sûcdarkirina Kurdan li hev kiriye, ji bo wê van zextan pêk tînin.”

Saziyan xwest ku dawî li şopandina Kurdên li Ewropa û Fransayê bê anîn û êdî nebin hevparê polîtîkayên rejîma Erdogan.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin jî ku Kurdan li Rojava tevî Fransayê, bi welatên din ên koalîsyona re, mirovahî ji çeteyên DAIŞ’ê parast û divê nêzîkatiya li hember Kurdan ne ev be.

Her wiha saziyan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo bi bîr xistin û got.

“Di girtîgehên Tirkiyê de bi hezaran kes ji bo azadiya gelê xwe di çalakiyê de ne.

Dem hatiye ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin.

Divê Fransa û dewletên Ewropa biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku qedexeya li ser PKK’ê hiqûqî nedîtiye, esas bigirin.”

Di daxuyaniyê de herî dawî bang hate kirin ku nirxên mirovî beriya her tiştî bin û dawî li tundî û bêedaletiyê bê anîn.

Back to top button